GUNDÊ ME – TAVKIRAR

Halkımız ve site ziyaretçileri arasında anadilimiz Kürtçe ve diğer uluslararası dillerde de makale yayınlama konusunda büyük bir talep ve beklenti vardır. Bizde bu konuda imkanlarımız dahilinde halkın talebini yerine getirmeye çalışıyoruz. Tapkıranlıları anlatan bu yazıyı değerli köylümüz Yakup Şahindal Türkçe olarak kaleme aldı ve Metin Şahindal de Kürtçeye çevirdi.  Bu vesileyle sizlerden siir makale ile sitemize destek vermeye davet ediyoruz. /EDITÖR
GUNDÊ ME – TAVKIRAR
Gundê Tavkirarê di navbera Çiyayê Nûrheq û Çiyayê Sipî de li ser rêya Meletî, 59 km dûrî Elbîstanê ye. Gund zivistanan sar û havînan hênik e. Berê dor û berê Tavkirarê tije darên since bû lê niha warekî req û rût e.
Her çiqasî mirov nizane ka kengî Tavkirar avabûye jî lê li gor lêkolîna min î biçûk, di sedsalên 17 an jî 18 an de Tavkirar bûye gund.
Canbegî Gundê Tavkirarê ser bi eşîreta Canbegiyan ve ye. Gava mirov li dîroka îskanên li Kurdistanê temaşe dike, xuyaye ku di sedsalên 15-19 an de Osmaniyan eşîretên kurd ji cîh û warên wan rakirine û berê wan dane cihên din. Armanca Osmaniyan ji vî karî ew bû ku rê li ber serhildanan bigre , bacê bistîne û hesanî eskeriyê bi kurdan bike. Yek ji eşîretên kurdan ku bêhtir para xwe ji van kirinên Osmaniyan vegirtiye, Canbegî ne. Berê, cih û warê Canbegiyan navbêna bajarên Erzînganê, Dêrsimê, Sêwasê û herêma Koçgirî bû. (1)
Ne diyar e roja îro çiqas Canbegî li vê herêmê hene. Lê em dizanin ku hejmarek mezin ji Canbegiyan koçberî gund, bajarok û bajarên mîna Yenîceoba, Yurak, Kulu, Cîhanbeyli û Konya bûne. Balkêşe ku bi tirkî Cîhanbeylî bersiva Canbegî ya kurdî ye. Ji bilî deşta Konyayê, hejmarek xuya ji Canbegiyan li Ankara, Polat, Kirşehîr û Çîçekdagi yê jî niştecîh in. Em ji axaftin û gelek aliyên çanda wan dizanin ku Canbegî ne. (2)
Tavkirar ava dibe Li gor çîrokê xwîşk û sê birayên hev; Fatanî (Tuliliyon), Cangîr (Cangîrliyon), Topalî (Topalîyon), Şukur ( Şukurler) ji êla xwe vediqetin û li beriya Özbek bi cîh dibin. Piştre, ji ber germahî, tayê û tirsa cendirmeyan ev xwîşk û bira beriyê bi şûn de dihêlin, li qontara çiyan û zozanan bicîh dibin. Dîroka gundê Tavkirarê jî bi vî rengî dest pê dike.
Lê ne diyar e ka kengî xelk hatiye li gund bi cîh bûye. Di nexşeya Osmaniyan ya 1566 an de gundek bi vî navî tune ye. Loma jî dikare di sedsalên 16 an jî 17 an de xelk hatibin û li Tavkirarê malê xwe çêkiribin.
Ji komara tirkan û vir ve gundê Tavkirar pez û dewar xwedî dike û zeviyan diçîne. Axa wê kêm e û nikarî ye. Lewma jî çandinîya gund ne gelek e û her kes bi qasî ku jê re lazim e çandinî dikir û heywan xwedî dikirin.
Di salên 60 û 70 yan de Tavkirariyan dest bi bexçevaniya fêkî kirin. Lê xebata kooperatîfê bi ser neket û têk çû. Bexçeyên sipehî û darên bi ber wêran bûn. Wek ku Yaşar Kemal dibêje: ?Ew jî bi mirovên hêja re li hespên xwe sirwar hatin û çûn??
Pîlanê Marshall Di salên 1950 an de li Tirkiyê demek nû destpê dike û partiyên siyasî zêde dibin. Menderes û Partiya Demokrat dibine desthilatdar.
Li gor pîlanê Marshall, peyman di navbera Tirkî û YDE (Amerîka) de saz dibin. Li gor van peymanan divabû pêwendî û bazarên kapîtalîst xwe bigihînin her cihî û rê hatin çêkirin. Bê şik Tavkirar û gundên din jî ji vê yekê pişka xwe vegirtin. Li aliyekî din xortên ku li bajaran dixwendin û havînan vedigeriyan malên xwe behsa jiyana bajêr ji xizm û xwediyên xwe re dikirin.
Çukurova Di vê demê de jiyan zehmet bibû û Tavkirariyan dest bi çandina tûtinê kiribûn lê di encama van peymanan de çandiniya tûtinê qedexe bû. Derdê jiyanê zêde bû û qismek ji Tavkirariyan li deşta Çukurovayê bûn paleyên beg û axayan. Bi çûn û hatina bajaran re Tavkirariyan dest bi karê komirê kirin. Gotina di nava xelkê herêmê de ?destên min reş, rû yê min bi tenî, di berîkê de jî nîne pênc çerxî? ji vir tê.
Hêdî hêdî gundiyan Dîlokê, Adana, Mersin, Osmaniye, Kadirli, Ceyhan û Stanbolê ji xwe re kirine mesken. Di vê nevberê de, di salên 60 î de hinek ji gundiyên Tavkirarê dest danîne ser erdên xezînê yên bi ber li Turkoglu Minehöyük (Gavuroğlu) û dest bi çandiniyê kirine. Li vir dixwazim serokê gundiyan Kole Hisino bibîr
Koça Ewrûpayê Salên 80 yî koçberiyeke din dest pê kiriye. Di vê dema reş de vê carê Tavkirariyan berê xwe dane rojava, Ewrûpayê. Di serî de Swêdê, Elemanya, Fransayê, Ingilîstanê, Swîsreyê, Fînlandiyayê û Norwêc ê. Li seranserê Ewrûpayê hejamra Tavkirariyan di navbera 6 û 7 hezaran de ye.
1- Pirtûka Nûrî Dêrsimî ya bi navê Di Dîroka Kurdistanê de Dêrsim. 2- Kovara Bîrnebûn û Veger.
YAKÛB ŞAHÎNDAL Wergera kurdî: Metîn Şahîndal
Please follow and like us:
Pin Share
Editör hakkında 223 makale
Bilen bilir

İlk yorum yapan olun

Bir yanıt bırakın